Di operasyonên başûrê rojavayê Kerkûkê da, hêzên pêşmerge doh du nîşangirên rêxistîya Daişê kuştin.
Emîd Serhed Qadir, rêveberê polîsên derdorên Kerkûkê ragîhandîye; hêzên pêşmerge di operasyonên doh yên başûrê rojavayê Kerkûkê da, du nîşangirên Daişê kuştin, herwesa zîyanên mezin gihandine wê rêxistina tîrorê.
Got jî: di êrîşan da, hêzên pêşmerge çend deverên stratejîk, ji destê Daişê derxistin, kuştîyên wan jî bi dehan mane li meydana şerî.